Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Piştî desteserkirina bikujê 39 kesên li Reînayê hatîn kuştin, waliyê Stenbolê Hasip Şahînî daxuyanîyek da.
“Di Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hatiye (Tirkiyeyê)”
“Bi operasyona şeva dî hatî kirin bikuj/qatil li Esenyûrdê hat girtin. Bikuj Abdûlkadîr Maşarîpov e. Navê wî yê kod Ebû Muhemmed el Horasanî ye. Di sala 1983yê de li Ozbekistanê hatiye dinê. Ew li Efxanistanê hatiye perwerdekirin. Ji bo operasyon bê kirin, li vîdeoyên 7200 sietan dirêj hatiye temaşekirin.
“Operasyon li 152 cihan hatiye kirin”
“Polîsan operasyon biriye ser 152 cihan û 50 kes desteser kirine. 168 kesên biyanî jî hatine tespîtkirin ku çêdibe ew terorîstên biyanî bin.
“Sûcê xwe qebûl kir”
“ Terorîstî sûcê xwe qebûl kir. Şûntiliyên wî û şûntiliyên li cihê bûyerê hatîn tespîtkirin jî ji hev digirin.
“Gelekê kifş e ku êrîş li ser navê DAIŞê hatiye kirin.”(NV/MB)
Wêne: Arşîv