Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) hilbijartina birêvebiriyên herêmî ya Stenbolê betal kir, Wezareta Karên Navxweyî waliyê Stenbolê, Ali Yerlîkaya wek wekîl-şaredarê wî bajarî erkdar kiriye.
31ê Adarê ji bo birêvebiriyên herêmî hilbijartin hatibûn kirin. Berbijarê CHPyê(Partiya Komarî ya Gelî) Ekrem Îmamoglû wek şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hatibû hilbijartin.
Xala 46.
Li gor Xala 46. ya qanûnên Tirkiyeyê dema ku şaredar an jî wekîl-şaredar neyê hilbijartin an jî dema ku ew kesê/a wî karî dike ne amade be ku karê xwe bike Wezareta Karên Navxweyî kesekê/î ji bo vî karî erkdar dike.
Ali Yerlikaya
Walîyê Stenbolê, Ali Yerlikaya 1968ê li bajarê Konyayê hatiye dinê. 2007ê bûbû walîyê Şirnexê paşê ji rêzê ve bûye walîyê Agirî, Tekirdag û Dîlokê. Bi fermana Serokkomarîyê 2018ê bûbû walîyê Stenbolê.
(AS/MB)