Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ekrem İmamoglu ku ji bo cejnê çûye bajarê xwe Trabzonê, li vir, li bajarê Ordû û Gîresûnê mitîng saz kiriye. İmamoglû, di hilbijartina 31ê Adarê de weke şaredarê bajarê mezin ê Stenbolê hatibû hilbijartin lê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) mazbataya wî jê standibû. İmamoglû ji bo hilbijartina 23yê Hezîranê dîsa bûbû namzet.
İmamogluyî gotiye ku di dema mitînga wan de Seddar Yavuz, Waliyê Ordûyê xwestiye mitîngê zû biqedînin.
“Waliyî ferman daye”
Li gorî nûçeya ku di kanala televizyonê ya Fox TVyê de hatiye weşandin, İmamoglu wiha gotiye:
“Em ê li gel parlamenterê xwe li balafirê siwar bûbûna. Mîrza Walî (Seddar Yavuz) ferman daye beşa VIPyê ku her çî em li gel parlamenterê xwe bin jî em ê nikaribin ji vî beşî, li balafirê siwar bibin.
“Derbarê mitîngê de jî, li gorî zanyariya ku serokê me yê bajêr daye min, gotiye, ‘bila zû biqedînin, an na ez ê midaxeleyî wê bikim’.” (HA/FD)