* Fotograf: Lale Koklu - Hatay/AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rahmî Dogan, Waliyê Hatayê aşkere kiriye ku li Idlibê di encama êrîşên Artêşa Sûriyeyê de 33 leşker mirine.
Walî Doganî wiha gotiye:
Li Idlibê hêzên rejimê ji asîmanan ve êrîşî unsûrên Artêşa Tirkiyeyê kirin. Di encamê de 33 eskerên me şehîd ketin. Me birîndarên xwe ji Deriyê Sînorî yê Cîlvegozê re anîn Tirkiyeyê. Dermankirina wan didome. Metirsiya jiyanî ya eskerên me yên birîndar ên li nexweşxaneyê tune ye. Li nexweşxaneyên me ji bo birîndarên me pêwistiya xwîna tune ye. Hemî tedbîr hatin sitendin, hemî personelên me yên tendirustiyê li ser kar in. Midaxeleya pêwîst tê kirin."
Civîna ewlekariyê pêk hatiye
Li Koşka Serokomariyê ya li Beştepeya Enqereyê bi serpereştiya Erdoganî civîneke ewlekariyê pêk hatiye.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di daxuyaniya xwe de gotiye, “Serokomar Recep Tayîp Erdoganî tevlî serkanên xwe civîneke ewlekariyê li dar xistiye. Civîn du saet berê dest pê kiriye û li Koşka Serokomariyê pêk hatiye.”
Çelîk: Em ê nikaribin penaberan bidin sekinandin
Omer Çelîk, Berdevkê AKPyê jî di daxuyaniya xwe de sersaxî xwestiye û wiha gotiye: “Polîtîkaya me ya penaberan neguherî ye lê li holê rewşek jî heye û êdî em ê nikaribin penaberan bidin sekinandin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karûbarên Derve bi rêya telefonê bi Jens Stoltenberg, Sekreterê Giştî yê NATOyê re axivî ye. Naveroka axavtina Çavûşoglû û Stoltenbergî nehatiye aşkerekirin.
NY û DYAyê jî daxuyaniyek daye
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) û Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê jî derbarê mijarê de daxuyanî weşandine.
Gueterresî diyar kiriye ku ji ber rewşê “ew di nava metirsiyeke mezin de ye” û banga agirbestê kiriye.
Wezareta Karûbarên Derve ya DYAyê êrîşa li Idlibê şermezar kiriye û wiha gotiye: “Em li gel Tirkiyeyê ne ku hevkarê NATOyê ye û em bang li rejîma Esadî, hêzên bi ser Rûsya û Îranê dikin ku demildest dev ji van êrîşên nemerdî berdin. (FD)