Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Qedexeya derketina derve ya li 77 gund û gundikên li navçeyên Hezro, Licê û Karaza Amedê, îro hatiye rakirin.
Walîtiya Amedê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku qedexeya di 29ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê, roja duşemê saet 21.00ê de hatiye dest pê kirin, 31ê Çiriya Pêşiyê roja çarşemê saet di 24.00ê de hatiye bidawîkirin.
Walîtiyê ji bo van gund û gundikan biryara qedexeyê standibû:
* Gundê Zümrüt, Gürbeyli, Kıpçak, Damar, Sığınak, Kıyıköy, Çıralı, Dibekköy, Budak, Dallıca, Arıklı, Çağdaş, Yolçatı, Tepe, Kutlu, Kayacık, Serince, Kabakaya, Uçarı, Yalaza, Ortaç, Ziyaret, Bağlan, Oyuklu, Çavundur, Esenler, Dolunay û Türeli û gundikê Ahmetbey, Guçik, Kola, Hasana, Navaladiriş, Dingil, Ayşe, Hacıhüseyin, Kuruca, Dablo, Alataş, Sınır, Pınar, Kolbağı, Bakanlar, Kalkanlı, Beğendik, Hacıcemil, Esenli, Çaylarbaşı, Göçer, Kerpiçören Çanak, Sağlam, Hevselbey yê Licê;
* Gundê Arkbaşı, Tepecik, Boyunlu û gundikê Akdiken, Hacıreşit, Varlık, Işıklar, Gökçe yê Karazê;
* Gundê Çitlibahçe, Sarıerik, Ormankaya, Meşebağları, Kavaklıboğaz, Dadaş, Kırmataş, Terdöken, Gözebaşı û gundikê Şahgeldi, Bayram, Nebiya, Yılgeçti, Teknebaşı, Ajikan û Eldeğemez yê Hezroyê.
191em biryara qedexeyê ya li Amedê bi dawî bûye
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) aşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê bi giştî li 11 bajaran û herî kêm li 50 navçeyan kêmanî 332 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. 16ê Tebaxa 2015ê weke dîroka destpêka biryarên qedexeyê ya bêdem e.
Beriya ku biryarên qedexeyê bên standin, li gorî hejmara 2014ê li deverên ku qedexe lê hatine ragihandin, herî kêm milyon û 809 hezar kes dijiyan.
Li gorî heman daxuyaniyê beriya niha li Amedê 190 caran biryara qedexeyê hatiye ragihandin.
Ya ku îro qediya ye, biryara 191em bû. (AS/FD)