Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Dêrsimê biryara qedexeyê ji bo konsera Grup Yorum û Grup İsyan Ateşiyê daye ku her du kom wê di Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê de konser bidana. Walîtiyê her weha meşa ku dihate payîn ji Kolana Hunerê dest pê bike û li Qada Seyît Rizayî bidawî bibe jî qedexe kiriye.
Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê wê 21ê Tîrmehê, roja Pêncşemê destpê bike. Festîval ji ber Covid-19ê di sala 2020 û 2021ê de pêk nehatibû.
Piştî biryara qedexeyê ya Walîtiyê, her du koman li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam weşandine.
"Nikarin hunera şoreşgerî asteng bikin"
Grup Yorumê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye ku "Konsereke me ya din hate qedexekirin. Bi qedexekirina konseran hûn nikarin me ji dilê gelan derxin. Stranên me wê bi berdewamî li ser zimanê gel be. Tekez em ê bi ser bikevin. Em ê qedexeyên li ser konseran ên ku Hêlîn û Îbrahîmî ji bo wan jiyana xwe bexşand, ji holê rakin."
Grup İsyan Ateşi jî gotiye, "Qedexekirina me û Grup Yorumê, encama zihniyeta qedexekar a Walîtiya Dêrsimê ye ku dixwaze hunera şoreşgerî û afirînerên wê asteng bike û bi vî rengî naveroka festîvalê vala bike. Nikarin hunera şoreşgerî asteng bikin. Li beramberî hemû zext û zoran û qedexeyan, em ê li wir bin."
Li dijî talankirinê, jiyan
Slogana festîvala îsal wiha ye: "Li dijî talankirina madenvaniyê em xwezayê, li dijî talankirinê em jiyanê, li dijî qedexeyan em hunerê diparêzin."
Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF), Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Dêrsimê û Şaredariya Dêrsimê bi hev re festîvalê saz dikin. Festîval wê di 21-22-23-24ê Tîrmehê de li navenda Dêrsimê û navçeyên wê pêk bê. (TY/FD)