Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtiya Enqereyê berhevoka kutrefilmên derbarê LGBTI+yan de qedexe kiriye ku bername ji hêla Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê ve hatiye amadekirin. Navendê xwestiye ku duh bernameyê çêbike lê Walîtiya Enqereyê bi hinceta “hesasiyetên civakî” biryara qedexeyê derxistiye.
Beriya nîşandana filmî du otobus polîs çûne ber avahiya Navenda Perwerdeyê ya Baroya Enqereyê.
Parêzeran li hemberî biryara qedexeyê li ser telefonê temaşeyî filmî kirin û ev biryar protesto kirin.
Walîtiyê biryara qedexeyê ji Baroyê re şandiye û tê de gotiye; “Dema van tiştan di ber çavan re derbas bikin ku bi parvekirinên navborî re dibe beşek ji gel ên ji hêla çîna civakî, nîjadî, ol û baweriyê yan jî herêmî ve xwedî taybetmendiyên cuda ne, beşeke din a gel bi awayekî aşkere tehrîk bike, ji ber wê dibe ku ji hêla ewlehiya civakê ve xetereyeke vekirî û nêzîk derkeve holê û her weha ew zanyariyên istixbaratê yên ku dibêjin dibe rêxistinên terorê li dijî komên cuda çalakiyan çêbikin, tê nirxandin ku dibe ev bernameya tê xwestin ku çêbibe rastî bertekên hin derdorên xwedî hesasiyetên civakî ne bê û bibe sedema provokasyonan.”
Çi bûbû?
Walîtîya Enqereyê hemî çalakiyên rêxistinên LGBTyê(lezbîyen, gey, transeksûel, bîseksûel) qedexe kiribû, komeleyên KaosGL û Pembe Hayatê ji bo betalkirina biryarê doz vekirin. Dadgehan daxwaza komeleyên LGBTyê red kir.
Bixwîne - Walîtiya Enqereyê ji bo demeke nediyar bernameyên LGBTİyê qedexe kirin
Li gor nûçeya Yildiz Tarî Dadgeha Îdareyê ya 4. a Enqereyê diyar kiriye “biryar dê rewşeka welê çêneke ku neyê telafîkirin an jî telafiya wê zehmet be û biryar rasterast ne li dijî hiqûqê ye.”
Walîtî: Li gor rêziknameyê ye
Walîtîya Enqereyê di parastinnameya xwe de eşkere kiriye ku biryar di dema Halê Awarte de hatiye dayin. “Mafên bingehîn” nehatine binpêkirin û biryar ne li dijî hevpeymanên navneteweyî ye.
Hiqûqa derengmayî
Parêzerê ku li ser navê Kaos GLyê doz vekiribû, Kerem Dikmenî diyar kiriye walîtîyê di 19ê Çiriya Paşiyê de biryara qedexeyê îlan kiriye. Wan di 20 Çiriya Paşiyê de doz vekiriye lê 25ê Kanûna Paşiyê de dadgehan biryar dane. (ÇT/FD)