Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Grup Yorumê aşkere kiribû ku ji bo konserekê li Yenikapiyê pêk bînin wan destûr wergirtiye. Piştî vê daxuyaniyê Walîtiya Stenbolê jî daxuyaniyek weşandiye.
Walîtiya di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Ew îdiayên li ser hin hesabên medyaya civakî û di çapemeniyê de hatiye nivîsandin û hatiye gotin ku Walîtiyê serlêdana konsere ya wê 9ê Tebaxa 2020an roja yekşemê li Qada Xwenîşandanê ya Yenikapê pêk were, ne rast in. Walîtiyê destûr nedaye.”
Grup Yorumê duh aşkere kiribû ku ew ê 9ê Tebaxê li Yenikapiyê 9em Konsera Tirkiyeya Serbixwe pêk binin. Di daxuyaniyê de hatibû destnîşankirin ku ew ê konserê diyarî Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek, endamên wan ên di rojiya mirinê de can dabûn, bikin.
Çi bûbû?
Grûp Yorûm di Navenda Çandê ya Îdîlê ya Stenbolê da xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev navend di 2 salê dawîn da ji 10 caran bêtir rastî serdegirtina polîsan hatiye. Di dema serdegirtina da gelek kel û pel û enstrûmanên grûbê hatine şikandin û wendakirin. Herweha defterên notayên muzîkê û qeydên stranan zerar dîtine.
Li gor daxuyaniya Grûp Yorûmê di serdegirtinan da heta niha 30 kes hatine girtin û hê jî endamên Grûpê yên girtî hene.
Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek daxwaz kiribûn ku “Bila qedexeyên li ser konsertên wan bidawî bibin, polîs negire li ser navenda wan a çandê û endamên wan ên girtî serbest bibin.” Gokçek û Bolek bi van daxwazan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û paşê jî weguhestibûn rojiya mirinê. We demê her du jî girtî bûn.
Bolek di 20ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de, Gokçek jî di encama rapora Tiba Edlî de 20ê Sibata 2020an hatibûn tehliyekirin.
Helîn Bolek 3yê Nîsana 2020an de can dabû. Bolek dema can da, 288 roj bûn ku di rojiya mirinê de bû. Gokçek jî di 323yem roja xwe ya rojiya mirinê de, ango di 7ê Gulanê de can dabû. Piştî ku komê serî li Walîtiyê dabû û daxwaza konsertê kiribû Gokçekî di 5ê Gulanê de dest ji rojîya mirinê berdabû. (AS/FD)