Fotograf: Murat Adiyaman / Yüksekova Haber
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Tunceliyê destwerdan di bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya 21an a Mûnzûrê de kiriye û nehiştiye Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û koma dansê ya ermeniyan Veradardz Folk Grup di bernameyê de cih bigirin.
Festîval wê di 3 û 6ê Tebaxê de pêk bê.
Şaredariya Dêrsimê daxuyaniya nivîskî ya Komîteya Amadekar a Festîvalê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weşandiye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku “Walîtiya Tunceliyê ragihandiye û gotiye, li gorî nivîsa wê ya hejmara 2023/275ê ya 28ê Tîrmehê, guncav nehatiye dîtin ku Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û Veradardz Folk Grup di bernameya festîvalê de cih bigirin.
“Em ji raya giştî re radigihînin ku wê Grup Yorum, Grup İsyan Ateşi û Veradardz Folk Grup di bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya 21an a Mûnzûrê de cih negirin lê bernameya mayî ya festîvalê wê li navend û navçeyan bi hemû coşa xwe û bi heman rengê pêk bê.”
Par jî qedexe bûbû
Par jî dîsa hatibû xwestin ku Grup Yorum û Grup İsyan Ateşi di bernameyê de cih negirin. Endamên komê dema çûbûn sînorê bajarî, destûr nedabûn ku bikevin nava Dêrsimê û ew li ser Pira Mûtiyê hatibûn sekinandin. (AS/FD)