Walîtiya Stenbolê derbarê hejmara wan penaberan de daxuyaniyek weşandiye ku ji Stenbolê şandine bajarên Navendên Paşdeşandinê lê hene.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Walîtiye diyar kiriye ku ji 12ê Tîrmehê heta 15ê Çiriya Paşiyê wan 42 hezar û 888 penaber ji Stenbolê şandiye.
Walîtiyê her weha gotiye ku xebatên wan ên li dijî penaberên ne tomarkirî û kargehên ku tabelayên ne bi zimanê tirkî bar kirine berdewam dike.
Daxuyaniya Walîtiye Stenbolê wiha ye:
"42 hezar û 888 penaber, sewqî wan bajaran hatine kirin ku lê Navendên Paşda Şandinê yên ku Wezareta Me diyar kiribûn hene. Karên wan ên paşda şandinê li navendên ku hatin sewqkirin didomin. 6 hezar û 416 Sûriyeyiyên bêqeyd ên li bajarê me şandin Navendên Hêwirîna Berwext a wezareta me diyar kirine. Li Stenbolê herwiha di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 15ê Çiriya Paşiyê ya 2019an da derbarê 46 hezar û 350 penaber û 4 hezar û 357 Sûriyeyiyên bêqeyd de miameleyên yasayî hatine kirin. Bi vî awayî di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 15ê Çiriya Paşiyê de bi tevahî derbarê 100 hezar û 11 penaberan de miamele hat kirin."
Serdana 60 hezar kargehan hatiye kirin
Hatiye diyarkirin ku herwiha ekîbên ku ji Midûriya Bajêr a Saziya Ewlehiya Civakî û nûnerên saziyên eleqedar pêk tê ji bo rêlibergirtina îstixdama bêqeyd nêzî 60 hezar kargeh ziyaret kirin û xizmeta rêberiyê dane û di 1-15ê Çiriya Paşiyê de 3 hezar û 419 kargeh hatine kontrolkirin.
Di daxuyaniyê da derbarê encamên kontrolên kargehan da jî ev agahî hatine dayîn:
"Di kontrolên hatin kirin de hat tesbîtkirin ku 906 welatiyên Tirkiyeyê, 118 Sûriyeyî û 145 karkerên biyanî yên ji welatên din bêyî ku qeyda wan a fermî bê kirin hatine karkirin. 6 milyon û 158 hezar û 495 TL ceza li van kargehan hatiye birîn. Pêvajo ji nêz va tê şopandin." (FD)
Fotograf:AA