Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Şirnexê di sietên 22:00-05:00ê de derketina derve qedexe bû, qedexe hat guhertin dê ji îro pê ve di sietên 23:00 – 02:30ê de derketina derve qedexe be.
Walîtîya Şirnexê agahiya qedexeyê li malpera xwe ya fermî belav kir.
Qedexeya derketinê
Walîtîya Şirnexê di 14ê Adara 2016ê de derketina derve li hemîya Şirnexê qedexe kiribû. Di 14ê Çiriya Paşiyê de walîtîyê qedexe ji bo hin sietan rakiribû.
Di 5ê Çiriya Paşiyê de cihgirê walîyê Şirnexê Turan Bedirhanoglû wek şaredar hatibû erkdarkirin.
Şaredarê Şirnexê, Serhat Kadirhan ji karî hatibû avêtin. (YY/MB)
Wêne: Murat Bayram - Şirnex / bianet