Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Şirnexê, neh herêmên cida yên bajarî, ji îro pê ve ji bo 15 rojan wek Herêmên Ewlehiya Taybet îlan kir.
Walîtîyê li ser malpera xwe ya fermî koordînatên cihên hatîn qedexekirin belav kirin.
Ji bo heşt herêman biryar hat dirêjkirin
Walîtîya Şirnexê herweha da zanîn ku dema heşt herêmên beriya niho wek Herêmên Ewlehiya Taybet hatibû îlankirin 15 rojan hatiye dirêjkirin. (AS/MB)