Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Silopyayê, navçeya Şirnexê dema wesayitek derbas dibû, teqînek pêk hatiye. Li gorî zanyariyan di encama teqînekê de çar kes mirine.
Walîtiya Şirnexê derbarê teqînê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşandiye. Walîtiyê di daxuyaniyê de gotiye ku li navçeya Silopiyê ya Şirnexê, 17ê Hezîrana 2020an saet di 18.35 deqîqeyan de, dema wesayiteke karkeran a sotemeniyê derbas dibû, teqînek rû daye. Li gor heman daxuyaniyê PKKiyan bombeya ku li ser destan hatiye çêkirin li ser rê bi cih kirine û teqîn bi vî awayî pêk hatiye. Di encama teqînê karkerên bi navê Emin Erugul, Nesim Beştaş, Osman Tuncay û Haca Atîlla mirine. (TP/FD)