Fotograf: Eren Dağıstanlı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Rîzeyê çalakiyên niştecihên Îkîzdereyê qedexe kiriye ku li dijî kana keviran dikirin.
Şîrketa bi navê Cengîz Înşaatê li Îkîzdereyê dest bi vekirina kana keviran kiriye û niştecihên Îkîzdereyê û jîngehparêz li dijê hewldanê derdikevin.
Walîtiya ku çalakiyên li dijî projeya kanayê tên lidarxistin qedexe kiriye, diyar kiriye ku biryara qedexeyê ji bo hemû herêmên cenderme û polîs lê berpirsiyar in derbas dibe.
Walîtiya Rîzeyê di biryara xwe de gotiye ku ji bo “pêşiyê li ber rageşiya di navbera aliyên cida de bigirin, li ber çalakiyên provokatîf ên yekîtî û hevgirtiya me ya netewî têk bibin, ji bo pergal û ewlehiya civakî biparêzin, li dijî belavbûna koronavîrusê tenduristiya gelî biparêzin, ji bo azadî û mafên bingehîn û maf û azadiyên kesên din û asayişa giştî biparêzin, ewlehiya hatûçûna giştî û rêwiyan saz bikin, rê nedin bûyerên tundkariyê û belav bibin” li hemû qadên weke kolan, sikak, park, rê û yên din kirina lidarxistina meşên protestoyî, çalakiya rûniştinê, greva birçîbûnê, vekirina konan û danîna standan, çêkirina civînên li qadên girtî û vekirî, karwanên bi wesayitan ên bi dengên bilind weşanê dikin, kampanyayên îmzeyan, çêkirina konser, şahî û mitîngan, belavkirina belavok, broşûr û yên weke wan, daliqandina afîş û posteran, pêşwazîkirin û oxirkirinên komî, daxuyaniyên çapemeniyê û yên weke wan ji 17ê Gulana 2021ê saet 00.01ê heta 15 rojan qedexe bûne. Walîtiyê kongre û daxuyaniyên çapemeniyê yên partî, sendîka, komele û rêxistinên civaka sivîl ji derveyî vê biryarê hiştiye ku ew jî li avahiyên van saziyan divê werin kirin. Her weha divê li gorî rêzikên tedbîran ên li dijî koronavîrusê hatin edayîn tevbigerin.
Walîtiyê ev biryar li gorî Xala 11an a Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê û Xala 17an a Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê ya hejmar 2911ê daye.
Kana keviran a li Îkîzdereyê
Bi Biryarnameya Serokomariyê ji bo benderxaneya lojîstîkê li Îkîzdereya Rîzeyê çêbikin, dest bi vekirina kana keviran kirin. Li gorî vê biryarnameyê bi lez û bez dest danîn ser erdên li Newala Îşkencedereyê.
Gundî li dijî vê derketin û dest bi nobetê kirin. Her weha serî li dadgehê dan. Lê xebatkarên Cengîz Holdîngê di 21ê Nîsanê de ketin newalê û dest bi xebatê kirin. Cenderme jî tevlî xebatkaran çûbû newalê û ji gundiyên nobedar xwestibûn ku konên xwe ji wir rakin. Di dema berxwedana gundiyan de gelek kes heta niha hatine desteserkirin û paşê serbest bûne.