Di daxuyaniya ku li ser malpera Walîtiya Qersê hat dayîn de hat ragihandin ku di navbera 31ê Kanûna Paşiyê û 4ê Sibatê de li tevahiya bajêr xwepêşandan, meş û civînên li derve ji bo 5 rojan hatiye qedexekirin.
Biryar hatibû girtin ku “Meşa Azadiyê” ya ku ji bo Rêberê PKKê Abdullah Ocalan were azadkirin wê îro ji Qersê destpê bikira. Lê Walîtiya Qersê pêş ku meş dest pê bike ji bo 5 rojan hemû çalakî qedexe kir.
Di 1ê Sibatê de ji bo Ocalan wê ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ dest pê bike
Daxuyanîya walîtiyê weha ye:
“Bernameyên ku walîtî û qaymeqamiyan erê kirine wê ne qedexe bin. Ji bilî van, her cure civîn, meşên xwenîşandanê, miting, civînên li qadên vekirî, çalakiyên protestoyî, çalakiyên rûniştinê, grevên birçîbûnê, vekirina standan, kampanyayên îmzeyan, konser, şahî, belavkirina belavokan, belavkirina broşuran, vekirina afîş û posteran û yên din hatine qedexekirin.”
Biryar li gorî Qanûna 11emîn ya Rêveberiya Bajarî ya bi hejmar 5442an û Qanûna 19emîn ya Xwepêşandan û Civînan a bi hejmar 2911ê hatiye girtin.
Qedexe di 31ê Kanûna Paşiyê de dest pê dike wê heta 4ê Sibata 2024an bidome.
(RT/AY)