Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Mûşê daxuyandiye ku ji îro pê ve ji bo 15 rojan hemî civîn, xwenîşandan û meş hatine wedexekirin.
Walîtîyê li malpera xwe ya permî daxuyandiye ku “ji bo parastina rêkûpêkîya civakê qedexe hatiye îlankirin.”
Li Mêrsînê jî qedexe ye
Ji ber ku ji bo şaredarîyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibûn wezîfedarkirin li bajarê Mêrsînê xwenîşandan dê bihatiyan pêkanîn. Ji beriya ku xwenîşandan dest pê bikin walîtîya 19 Îlonê wî bajarî hemî xwenîşandan qedexe kirine.
Walîtîyê li malpera xwe ya fermî diyar kiriye ku “ji bo hizûra civakê û asayîşa wê” qedexe hatiye îlankirin.
Wezîfedarkirina qeyûman
Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.
Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin
Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.
Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.
22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.
Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.
(TP/MB)