Fotograf: Medyaya civakî
Walîtiya Mêrsînê qonsera Mem Araratî qedexe kiriye. Konser wê îro (27ê Îlonê) pêk bihata.
Li gorî daxuyaniya Zîz Muzîkê, Walîtiya Mêrsînê bi gotina "ne guncav e" konser qedexe kiriye.
Ji çapemeniyê û raya giştî re… pic.twitter.com/D9Tgj3pkcE
— Mem Ararat (@araratmemm) September 27, 2022
Mem Araratî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek nivîsandiye û gotiye ku Walîtiyê duh saet li derdora 17.00ê de bi rêya telefonê ji wan re gotiye, "qonser qedexe bûye.":
"...Hemû bilêt hatibûn firotin, ji bo muzîsyenan hemû rezervasyonên otel û balafirê hatibûn kiri, tew hinek hevalên me yên muzîkjen gihîştibûn Mêrsînê jî... Em jî 26ê Îlonê, ango do danê sibehê ber bi Mêrsînhe bi rê ketin. Piştî nîvro beriya ku em bigîhêjin Mêrsînê hevalên me yê berpirsiyar nûçeya qedexekirina konsera Mêrsînê ragihandin me. Heta belgeya fermî negîhîşt ber destê me, me neqwest em vê agahiyê parve bikin."
Bixwîne - Walîtiya Mêrsînê jî şanoya bi kurdî qedexe kiriye
Bixwîne- Walîtiya Bûrsayê konsera Mem Araratî qedexe kiriye
Bixwîne- Walîtiya Mûşê konsera Metîn Kemal Kahramanî qedexe kiriye
Bixwîne- Du konserên Apolas Lermiyî asteng kirine
Bixwîne- Şaredariya AKPyê konsera Aynûr Doganê qedexe kiriye
Walîtî: "Ne guncav e
Şîrketa muzîkê ya karûbarên Mem Araratî dike jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşandiye û gotiye ku, piştî Walîtiya Mêrsînê duh bi rêya telefonê biryara qedexekirinê ji wan re ragihandiye, îro jî biryar nivîskî gihîştiye ber destê wan.
Li gorî daxuyaniya Zîz Muzîkê, Walîtiya Mêrsînê, ji bo konsera Mem Araratî, gotiye "ne guncav" e. (FD)