Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Mêrsînê diyar kiriye ku ji ber “parastina exlaqê giştî” ew ê çalakiyên LGBTIyan ên Hefteya Rûmetê qedexe bikin. Bernameya Hefteya Rûmetê wê di navbera 1 û 7ê Tîrmehê de pêk bihata. Walîtiyê ji bo 20 rojan biryara qedexeyê daye
Biryara qedexeyê di malpera fermî ya Walîtiyê de hatiye weşandin:
“Meş, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina kon û standan, belavkirina belavokan, şahî, mihrican û her cure çalakiyên ku komeleyên LGBTIyan (Lezbiyen, Gey, Bîseksuel, Trans û Întersex), kom an jî derdorên weke wan dixwazin pêk bînin, li gorî xala 17em a Qanûna Meşan, Xwenîşandanan û Civînan a hejmar 2911ê û xala 11/a û 11/c a Qanûna Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê, roja 25ê Hezîrana 2019ê heta 20 rojan hatiye qedexekirin”.
Beriya niha Walîtiya Îzmîr û Antalyayê jî çalakiyên Hefteya Rûmetê qedexe kiribû. Her weha Walîtiya Stenbolê destûr nedabû ku Meşa Rûmetê pêk bê. (EMK/FD)