Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kiriye
Walîtiya Mêrdînê, lîstika şanoyê ya kurdî ya bi navê Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kiriye.
![Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kiriye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/254/366/original/TARTU.jpg)
Walîtiya Mêrdînê, lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kiriye.
Lîstika şanoyê ya kurdî ya bi navêTartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê ku li bendê bûn li salona oteleke Mêrdînê bihatina leyîstin, ji aliyê Walitiya Mêrdînê ve bi hinceta biryara qedexeya çalakiyan a ji 15 rojan, hatiye qedexekirin.
Şanoya Bajar a Amedê, têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku ji ber qedexeya walîtiyê lîstika xwe betal kirine û got ku ew biryara qedexekirina lîstika xwe weke hewldana qedexekirina çanda kurdî dibînin.
(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya