Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Ji 14ê Adarê ve li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê derketina derve qedexe ye, Walîtîya Mêrdînê da zanîn ku walîtîyê ji bilî şeş taxan qedexeya derketina derve ya Nisêbînê rakiriye. Li cihên qedexe lê hatîn rakirin jî dê di navbera sietên 21:00 û 05:00ê de, derketina derve qedexe be.
Walîtîyê bi daxuyaniyeka nivîskî da zanîn ku ji siet 14:00ê 25ê Tebaxê ve li taxên [bi zimanê Tirkî] , “Yeni Turan, Yeşil Kent, Mor Yakup, 8 Mart, Gırnavas, Devrim, Selahaddin Eyyubi, Çatalözü, İpekyolu û Barışê’’ qedexeya derketina derve hatiye rakirin.
Li cihên qedexe lê hatîn rakirin jî dê 30 rojan di navbera sietên 21:00 û 05:00ê de, derketina derve qedexe be.
Li şeş taxan qedexe heye
Walîtîyê bi daxuyaniyê dîyar kir ku li taxên [bi zimanê Tirkî] Abdulkadir Paşa, Fırat, Dicle, Yenişehir, Zeynel Abidin û Kışlayê qedexe dê heta ‘’fermana duyem’’ dewam bike. (YY/MB)