Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Mêrdînê strana Îlkay Akkayayê qedexe kiriye. Walîtiyê di sedema qedexeyê de gotiye, “Di nava ekîbê de kesek heye ku pesnê xebatên rêxistinê daye.”
Qaymeqamiya Ceyhanê jî beriya niha konsera Akkayayê ya di 30ê Tebaxê de wê pêk bihata, qedexe kiribû.
Hunermendê li ser hesabên xwe yê medyaya civakî behsa biryara qedexeyê kiriye kiriye:
“Qedexeyeke din lê zêde bû û xuya ye wê zêde bibe. 34 salan her ev hate sere min. Li her sahneyekê min bi tene stranên wekhevî, edalet, hezkirin û azadiyê stra. Min hewl da ku vê hestî li qadeke berfirehtir belav bikim. Ji niha û pê de jî wê bi vî rengî be. (EMK/FD)