Fotograf: M.Dara
Li Mêrdînê heta 15 rojan hemû cure çalakî û bername hatine qedexekirin. Qedexeyê di saet 00.01ê îro yê 20ê Tebaxê de destpê kiriye û wê heta 24.00ê 3ê meha Îlona 2021an berdewam bike.
Walîtiya Mêrdînê di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku heta 15 rojan li tevahiya bajêr hemû çalakî hatine qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Ji bo rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên kesên din û belavbûna vîrûsa Coronayê” qedexe hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê da Walîtiye gotiye, bi biryara Meclisa Parastina Tenduristiya Parêzgehê di çarçoveya Madeya 17emîn a Qanûna Jimare 2911ê ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê û herwiha Madeya 11emîn a Qanûna Birêvabirina Parêzgehan a Jimare 5442ê de ji bilî çalakiyên Walîtî û Qaymeqamtî destûrê bidin û yên dem û dezgehên dewletê, hemû çalakî û bernameyên din hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, li meydan, sikak, kolan, park û cihên giştî hemû çalakiyên wek mitîng, civînên li cihên vekirî, meş, çalakiyên rûniştinê, protesto, grevên birçîbûnê, vedana konan û standan, civînên çapemeniyê, konser, şahî, belavkirina belavokan û hemû çalakiyên wiha hatine qedexekirin. Qedexeyê di saet 00.01ê îro yê 20ê Tebaxê de destpê kiriye û wê heta 24.00ê 3ê meha Îlona 2021an berdewam bike.(AY)