Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Weqfa Hrant Dînkî diyar kiriye ku Walîtiya Kayseriyê nehiştiye bernameya bi navê “Kayserî û Derûdora Wê: Konferansa Dîroka Civakî, Çandî û Ekonomîk” li Kayseriyê pêk bînin. Bername wê di 18 û 19ê Çiriya Pêşiyê de pêk bihata lê ji ber vê astengiyê wê bernameyê li Stenbolê bi rê ve bibin.
Weqfê derbarê mijarê de li ser malpera xwe daxuyaniyek belav kiriye û wiha gotiye: “Me serdana Walîtiya Kayseriyê kir û me daxwaza agahdarkirina rûbirû kir lê mixabin bi hefteyan bersiv nedan me. Paşê bi telefonê li me geriyan û gotin ku ew guncav nabînin konferans li Kayseriyê pêk were. Li ser vê me xwest ku hincetê nîşan bidin û biryarê careke din binirxînin, lê bersiv nedan me.”
Konferansa navborê wê 18 û 19ê Çiriya Pêşiyê li Salona Havakê ya Avahiya Anarad Higutyan a Weqfa Hrant Dînkî pêk were.
Derbarê konferansê de
Konferans derbarê rewşa ekonomî, çandî, bajarvanî û mîmarî ya Kayserî û derdora wê ya di navbera salên 1850 û 1950yî de ye.
Ji bo konferansê komîteya zanyariyê ya navnetewî hatibû avakirin û vê komîteyê ji Amerîka, Fransa, Yewnanistan û Ermenistanê û ji bajarên cida ên Tirkiyeyê nivîsên 27 zanyaran diyar kiribû. Her weha ji bo van nivîsan pêşkêş bikin, ew vexwendibûn Kayseriyê. (HA/FD)