Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Izmîrê 15ê Hezîranê “7. Meşa Rûmetê ya Izmîrê” qedexe kiribû. Li ser vê yekê Komeleya Pembe Hayatê, ji Dadgeha Izmîrê xwestibû biryar bê betalkirin. Dadgehê îro biryar betal kiriye.
Bernameya Meşa Rûmetê dê 17- 23yê Hezîranê bihata pêkanîn.
Bixwîne - Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan wê li Stenbol, Mêrsîn û Îzmîrê bi rê ve biçe
Komeleya Pembe Hayatê piştî biryarê daxuyanîyek weşandîye û diyar kiriye “Evîn bi ser ket.”
Komeleyê daye zanîn ku kargehên wan plan dikir bikin dê roja Înê bikin. Herweha li gor agahîyên di xuyanîyê de dîwana dadgera bi du dengên erê û dengekê na, biryara betalkirinê daye.
Bixwîne - Walîtiya Stenbolê destûr nedaye ku Meşa Rûmetê li Taksîmê pêk bê
(EMK/MB)