Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtiya Eskîşehîrê îro li ser malpera xwe ya înternetê daxûyanî daye û ragihandiye ku heta 15 rojan hemû cure çalakî û bername hatine qedexekirin. Li gorî biryara walîtiyê bê çalakiyên partiyên sîyasî û merasîmên 19ê Gulanê dê di navbera 10-25ê Gulanê de hemû çalaki qedexe bin.
Walîtiya Eskîşehîrê di daxuyaniyê de wiha gotiye: “Ji bo rêgirtina li tawanan, parastina maf û azadiyên kesên din, berbelavbûna bûyerên tûndkariyê, ewlekarî û aramiya giştî ya bajêr” qedexe hatiye ragihandin.
Di daxuyaniyê da Walîtiye gotiye, di çarçoveya Xalên 17-19emîn a Qanûna Jimare 2911ê ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê û herwiha Madeya 11emîn a Qanûna Birêvabirina Parêzgehan a Jimare 5442ê de ji bilî çalakiyên Walîtî û Qaymeqamtî destûrê bidin û yên dem û dezgehên dewletê, hemû çalakî û bernameyên din hatine qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Eskîşehîrê, li meydan, sikak, kolan, park û cihên giştî hemû çalakiyên wek mitîng, civînên li cihên vekirî, meş, çalakiyên rûniştinê, protesto, grevên birçîbûnê, vedana konan û standan, civînên çapemeniyê, konser, şahî, belavkirina belavokan û hemû çalakiyên wiha hatine qedexekirin. Qedexe ji roja 10ê Gulana 2022an di saet 00:01ê de destpê dike û wê heta 24ê heman mehê saet 24:00ê berdewam bike.(AO/AY)