Fotograf: AA / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Enqereyê destûr nedaye ku karkerên li Somayê di madenê de mirine li Enqereyê werin bibîranîn. Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK), Konfederasyona Sendîkayên Karmendan (KESK), Yekîtiya Odeyên Mihendîs û Mîmaran a Tirkan (TMMOB) û Yekîtiya Doktoran a Tirkan (TTB) xwestine li ber Bîrdariya Karkerên Madenê bernameya bîranînê pêk bînin, lê Walîtiyê destû nedaye wan.
Nûnertiya Enqereyê ya DISKê li ser navê rêxistinan serî li Walîtiyê daye. Kemal Karadag, Alîkarî Waliyê Enqereyê bersiveke nivîskî şandiye û wiha gotiye: “Daxuyaniya çapemeniyê ya ku daxwaz hatiye kirin 13ê Gulana 2020an saet di 12.30 deqîqeyan de li ber Bîrdariya Karkerên Madenê pêk were, ji ber tedbîrên şewbê, ‘guncav nehatiye’ dîtin û destûr nehatiye dayîn.”
Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê, Tayfun Gorgun Nûnerê Enqereyê yê DISKê di dema civîna bi Walîtiyê re wan gotiye, tenê wê nûner beşdar bibin û li gorî mesafeya laşî ew ê tevbigerin lê dîsa jî destûr nedane.
6 sal di ser qetlîamê re bihurî
Li Somayê, navçeya Manîsayê, di 13ê Gulana 2014ê de agir bi kanaya madene ya Soma Holdîng xwediyê wê ye derketibû.
Ji ber şewatê, galeriyên kanayê bi dûmanê tijî bûne. 800 karker li vir asê mabûn.
301 karker miribûn, 486 karker jî birîndar bûbûn. 162 karker jî filitîbûn.
Pêvajoya dadgehkirinê
Dadgehkirina qetlîamê di 13ê Nîsana 2015ê de dest pê kiribû, Dadgehkirin li 11ê Tîrmeha 2018ê de qediyabû.
Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê 15 sal cezayê girtîgehê û 3 sal astengkirina karên kanayê li Can Gurkan, Serokê Lijneya Rêveber a Şîrketa Soma Holdîngê birîbû.
Ji 15 salan heta 22 salan cezayê girtîgehê li Midurê Giştî yê heman şîrketê Ramazan Dogru, Alîkarên Midurê heman şîrketê Îsmaîl Adali û Ertan Ersoyî birîbû. Her sê kes jî girtî dihatin dadgehkirin.
Her weha ceza li wan neh kesan jî birî ku nehatibûn girtin û dadgehkirin. Lê xwediyê şirkete Alp Gurkan jî di nav de 37 kesan beraet kiribû.
14em Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmi ya Îzmîrê cezayê girtîgehê yê 5 bersûcên girtî erê kiribû ku ji 15 salan heta 22 sal û 6 mehan ceza li wan hatibû birîn. Dadgehê her weha biryara tehliyeyê ji bo Can Gurkanî dabû. (TP/FD)