Fotograf: Medyaya civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Enqereyê derbarê kuştina Bariş Çakanî de daxuniyek weşandiye ku duh saet li derdora 22.30 deqîqeyan de li Taxa Alsancakê ya Etimesguta Enqereyê di encama êrîşa sê kesan de hatibû kuştin.
Walîtiyê di daxuniya xwe de wiha gotiye:
“Piştî roja 31.05.2020an mêrek di saetên êvarê de bi kêran hatiye kuştin, hatiye dîtin ku derbarê bûyerê de li ser medyaya civakî bi zanebûn hin îdiayên şaş hatine weşandin. Di encama vê rewşê de pêwîstî çêbûye ku ev daxuyaniya li jê bê weşandin.
“Bûyer ne weke ku tê îdiakirin pêk hatiye. Yanî ne ku yê hatiye kuştin û hevalî wî ji ber li muzîka kurdî guhdar kirine rastî êrîşê hatine. Li eksî wê yê hatiye kuştin û hevali wî gumanbar hişyar kirine ku di nava wesayitê de dema banga melayî bi dengekî bilind li muzîkê guhdar nekin bûyer qewimiye.
“B. A., hevalê yê hatiye kuştin di îfadeya xwe ya destpêkê de gotiye ku bûyer bi vî awayî dest pê kiriye. Di vê navberê de gumanbar demildest hatine desteserkirin û li gorî fermana Serdozgeriya Komarî lêkolîn berdewam dikin. Aşkere ye ku ne bi niyete pak dixwazin bûyerê bi vir de wir de bikişînin û bikin sedema tehrîkirinê.”
Çû bûbû?
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Bariş Çakan, xortê 20 salî, bi mebesta bi hevalê xwe re li parkê rûnin ji mal derketiye û li parkê ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî kiriye, rastî erişa sê kesan hatiye.
Di encama êrişê de Çakan li cîhê bûyerê miriye. 3 kesên êrişkar jî hatine desteserkirin.
Dogan Çakan: Berê jî em rastî êrişê hatine
Dogan Çakan, pismamê Bariş Çakanî gotiye, pêş vê bûyerê jî ji ber ku me li muzîka guhdarî dikir, em rastî êrişê hatin. Dogan Çakanî diyar kiriye, terme Bariş Çakanî li nexweşxaneya Taybet a Etimadê ye û wê îro were binax kirin. (RT/FD)