Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serbazekî rêya tirimbêla parlamenterê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) yê Dêrsimê, Alîcan Onlûyî girt.
Li ser vê yekê parlamenter û serbazî minaqeşe kir. Walîtîya Dêrsimê, piştî bûyerê lêpirsîn li parlamenterî vekir.
Hevsera parlamenterî tirimbêla fermî ya parlamenteriyê bi kar aniye û çûye noqteya kontrolkirinê ya Cendirmeyan ku jê bibore û biçe Dêrsimê. Cendirmeyan rêya tirimbêlê girtiye. Alîcan Onlû piştî bûyerê çûye noqteya kontrolê.
Minaqeşeya li cihê bûyerê di medyaya civakî de belav bû.
Walîtîya Dêrsimê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Onlûyî nehêlaye Cendirme karê xwe bikin ji ber wê lêpirsîn li wî hatiye vekirin.(TP/HK/MB)