Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Walîtiyê, li Dêrsimê tevahî çalakî û xwepêşandan carekî din qedexe kirine.
Walîtiyê ragihandiye ku qedexeya di saet 00.01ê 25ê Çiriya Pêşiyê de destpê dike wê heta saet 23.59ê 8ê Çiriya Paşiyê bidome.
Walîtiya Dêrsimê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku ji ber şewba Covid-19ê wan ji bo 15 rojan çalakî û xwepêşandan qedexe kirine.
Di daxuyaniyê da wiha hatiye diyarkirin ku "Hemû çalakiyên wekî mitîng, meş, xwepêşandan, çalakiya rûniştinê, vegirtina konan, vekirina stantan, konser û herwiha belavkirina danezan û broşuran ji 25ê Çiriya Pêşiyê saet 00.01an heta 8ê Çiriya Paşiyê saet 23.59an ji bo 15 rojan hatine qedexekirin."
Di daxuyaniyê da Walîtiye gotiye, bi biryara Meclisa Parastina Tenduristiya Parêzgehê di çarçoveya Madeyên 17 û 19emîn a Qanûna Jimare 2911ê ya Civîn û Meşên Xwepêşandanê û herwiha Madeya 11emîn a Qanûna Birêvabirina Parêzgehan a Jimare 5442ê de ji bilî çalakiyên Walîtî û Qaymeqamtî destûrê bidin û yên dem û dezgehên dewletê, hemû çalakî û bernameyên din hatine qedexekirin.
(KO/AY)