Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîya Dêrsimê, nûçeyên derbarê agirê tê îdîakirin nêzîkî hefteyekê ye li Xozata girêdayî Dêrsimê berdewam dike de daxuyaniyek belav kiriye û gotiye ku ev nûçe ne rast in.
Daxuyanî li ser malpera fermî ya Walîtiyê hatiye belav kirin û wiha hatiye gotin: “Nûçeyên ku bi serenavê ‘Dêrsim dişewite’ tên belavkirin, ne rast in û wêneyên di wan nûçeyan de hatine belavkirin ne aîdî bajarê me ne.”
Tunceli Valisi, bugün yaptığı açıklamada sosyal medyada paylaşılan yangın fotoğraflarının Tunceli’ye ait olmadığını belirtmiştir. Dün akşam Aliboğazında çekilen bu videonun buraya ait olmadığını ıspat etsin, gidip kendisinden özür dileyeceğim. pic.twitter.com/F6sSZRb63a
— FERHAT TUNÇ (@ferhatttunc) 16 Ağustos 2018
Walîtiyê hin wêne belav kirine û dibêje şewat hatiye temirandin.
Piştî daxuyanîya Walîtiyê hunermendê Dêrsimî Ferat Tûnçî hin vîdeo li ser hesabên xwe yên medyaya civakî par ve kirine. Tûnç dibêje ku dîmen 15ê Tebaxê li Alîbogaziyê hatine kişandin û ji bo îdîaya xwe piştrast bike bangî Walîtîyê kiriye.
* Fotograf: Ferhat Tunç
Hatibû ragihandin ku agir di encama operasyonên li herêmê tên kirin derketiye û heta bi herêmên Değirmendere, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskuzulca û Dundulê berfireh bûye
HDPyê heyet şandiye
Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandiye ku wan heyeteke ji bo vekolînê şandiye herêmê. Di heyetê de Dersim Dag, Cevdet Konak û Ferhat Tûnç heye.
İHD: Hûn nikarin bişewitînin, hûn nikarin hilweşînin, hûn nikarin bifiroşin
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) jî di vê mijarê de bang kiriye û gotiye, divê em xwedî li sirûştê, li darîstanên xwe derkevin, pêşî li Dêrsim paşê li hemî Tirkiyeyê. (TP/VU/FD)
* Ev nûçe ji hêla Vahdet Ûçarê ve ji tirkî hatiye wergerandin.