Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Walîtiya Colemêrgê ji bo 15 rojan hemû çalakî û bernameyên wê bên kirin qedexe kirine.
Walîtiya biryara qedexekirinê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye. Li gor vê daxuyaniyê, ji 17ê Çiriya Paşiyê ya 2020an heta 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an li navenda bajêr, li hemû navçe û gundan wê çalakî, bername û şahî neyên kirin.
Walîtiyê ji bo vê biryarê “wesfên bingehên ên komarê, hevgirtina nayêparçekirin ya dewlet û miletî, ewlehiya netewî û pêşîlêgirtina li sûcên, parastina maf û azadiyên kesên din, pêşîlêgirtina belavbûna koronavîrusê (Covid-19), parastina tenduristiya giştî, pêşîlêgirtin li provokasyonên ihtimal û bûyerên civakî” sedem nîşan daye.
Her weha biryar spartiye xalên 17 û 19an ên Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandan a hejmar 2911 û xala 11an a Rêveberiya Bajaran a hejmar 5442yê.
Di daxuyaniya Walîtiyê de ev çalaki û bername hatine qedexekirin:
“Ji bilî yên wê Walîtî û Qaymeqamî guncav bibinin, di nava sînorê bajarê Colemêrgê de (navend, navçe, hemû herêmên polis û cenderme berpirsiyar in) 17.10.2020an saet ji 00.01ê heta 01.12.2020 saet 23.59 ji bo 15 rojan li qad, kolan, sikak, rê, park û yên weke wan, xwenîşandan, civînên li derve, meşen xwenîşandanê, çalakiyên rûniştinê, çalakiyên protestoyî, meş/protestoyên bi xeleka mirovan pêk tên û civînên bi vî awayî, civînên weke kursiya gelî, xebatên bi rêya wesayitên deng û weşanê, grevên birçîbûnê, vekirina konan, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina standan, komkirina îmzeyan/kampanyayên îmzeyan, xebatên weke firîna balonan/çirayên miradan, dron, paramator/planör û yên weke wan, ji bilî yên dezgehên dewletê civînên yadkirinê, konser, şahî, şano, skeç, sînevîzyon, pandomîm û yên weke van, pêxistina mealeyan, belavok, belavkirina broşuran, daliqandina afiş/posteran û her cure çalakî û bernamayên weke van hatine qedexekirin.” (FD)