Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîtîya Colemêrgê 25 herêmên li navçeyên Çelê, Gever, Şemzînan û li navenda bajarî ji 29ê Gulanê heta 13ê Hezîranê wek Herêmên Ewlehiya Taybet îlan kirin.
Walîtîyê biryarname li ser malpera xwe weşand û diyar kir: “Bêyî destûrê têketina van herêman ji bo welatiyên me qedexe ye.”
Walîtîyê diyar kir çalakiyên têne kirin pêşketina ekonomîk û civakî asteng dike. Walîtîyê sebeba biryarê wek “parastina can û malên welatiyan... ji bo emniyet û asayişa herêmê” eşkere kiriye.
(YY/MB)