Fotograf: AA / Arşîv
Walîtiya Bedlîsê di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 15 gundan heta fermaneke din derketina derve qedexe kiriye.
Walîtiya Bedlîsê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye,15 gundên ku qedexe lê hatiye ragihandin ev in: Kilikli, Kepenek, Sûboyû, Dîrlîk, Aktoprak, Donertaş, Boblesur, Sallica, Teknecîk, Beşîklî, Saridal, Yorgalar, Yûmrûkay, Ûçankûş, Çorekli û gomêne.
Walîtiyê derbarê operasyonê de daxuyanî belav kiriye û gotiye, “Agahî hatiye stendin ku endamên rexistina terorê ya cûdaxwaz li herêmên gundên bi navê Kilikli, Kepenek, Sûboyû, Dîrlîk, Aktoprak, Donertaş, Boblesur, Sallica, Teknecîk, Beşîklî, Saridal, Yorgalar, Yûmrûkay, Ûçankûş, Çorekli û gomên hatine dîtin ku ji xwere cîh peyda dikin. ji bo ewlehiya can û malên gelê me û ji bo girtina endamên rêxistina terorê ya cûdaxwaz biryara qedexeyê hatiye stendin. Biryar ji saet 06.30ê Înîya 19ê Hezîrana 2020an de dest pê kiriye. Biryara qedexeye li gorî Qanûna Birêveberina Bajaran a hejmar 5442yê hatiye stendin.” (AY/FD)