Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Bedlîsê eşkere kir ku bi biryara dadgehê gorên goristana (bi zimanê Tirkî) “Yukariölek”ê hatine vekirin. Li Goristanê 279 gor hatine vekirin, 11 gor vala bûne û hestiyên di 268 goran de ji bo testa DNAyê bê kirin ji bo Stenbolê hatine şandin.
Di daxuyaniya walîtîyê de hatiye eşkerekirin ku “hejêkerên rêxistina cidaxwaz zeviya çêrekirinê wek goristan bi kar hînane. Ev li dijî rêziknameyê ye.” Herweha Walîtîyê daye zanîn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê piştî eşkerekirina nasnameya wan kesê hestiyên wan ji gora wan hatine derêxistin dê “li gor qaîdeyan li cihekê ku wek goristan hatiye tehsîskirin bêne binaxkirin.”
Di nûçeya Bircan Degirmenciyê ya li bianetê de, bavê Dilan Bingolê Lezgîn Bingolî xwestiye biçe ser gora keça xwe. Dîtiye ku gora wê hatiye kolan û hestiyên wê hatine derêxistin. Li ser vê yekê ji serdozgeriyê pirsiye û serdozgeriyê ji wî re gotiye: Nasnameya hin kesên hatîn binaxkirin ne diyar e ji bo tespîtkirina wan hemî gor hatine kolan.(TP/MB)