Walîtiya Antayayê sedema biryara qedexekirina Hefteya 9. Rûmetê ya Antalyayê, ji Dadgeha Îdareyê ya 5an a Antalyayê re şandiye.
Walîtiyê di paraznameya xwe de îdia kiriye ku ji ber ihtimal hebû “derdorên cuda bertek nîşanî” ragihandina Hefteya 9an a Rûmetê ya Antalyayê bida û “Dibû ku saziyên LGBT bibana hedefa çalakiya DAIŞê, rêxistina terorê.”
“Qaşo meşa rûmetê”
Li gorî nûçeya Asli Alparê ya di malpera Kaos GLyê de hatiye weşandin, Walîtiyê di parêznameya xwe de ji bo Meşa Rûmetê gotiye, “Qaşo meşa rûmetê.”
Parêzer Ahmet Çevîkê ku li dijî biryara qedexekirinê ya Walîtiyê doz vekiribû got: “Qedexeyên derbarê Hefteya Rûmetê bandor li bajarekî û gelek kesên li vî bajarî dijîn kir. Bandor rasterast li hemû LGBTI+an kir lê ji ber li Antalyayê saziyeke çalak a pêvajoya hiqûqî bişopîne nîne û ji ber berpirsiyariya parêzeriyê, min li jî vê qedexeya neheq a rêveberiyê, doza betalkirinê vekir.”
Komeleya Kaos GLyê li dijî biryara qedexekirina çalakiya LGBTI+an a li Enqereyê, li dijî Walîtiya Enqereyê doz vekiribû û doz qezenc kiribû. Dadgeha Karûbarên Rêveberiyê ya 2yem a Enqereyê diyar kiribû ku ger gef li dijî bernameyan hebe, li şûna ew bên qedexekirin, divê hêzên ewlekariyê tedbîran bistînin. (TY/FD)