Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) û Platforma Saziyên Demokratîk bi rojan bû ji bo mîtînga 13ê Çiriya Pêşiyê amadekarî dikirin.
Platformê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em ê li Amedê kom bibin” dixwest mijara azadiya Ocalan bike rojev û bi vê mebestê xebatên mîtînga azadiyê didomand.
Walîtiya Amedê bi şev bi daxuyaniyekê aşkere kir ku mîtîng qedexe kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her cure çalakiyên ku li qadên vekirî bên lidarxistin yên wekî kombûn, meş, daxuyaniya çapemeniyê, greva birçîbûnê, çalakiya rûniştinê, mîtîng, vekirina standê, vekirina kon, belavkirina belavok û broşur, daliqandina poster û pankartan hatiye qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya walîtiyê, qedexe wê 5 rojan dewam bike. Her weha dê saet 00.01ê roja 9ê Çiriya Pêşiyê dest pê bike û wê heta saet 23.59ê 13ê heman mehê berdewam bike.