Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê îlan kiriye ku li pênç gundên Liceyê û li gundekê Hezroyê derketina derve qedexe ye.
Walîtîyê îlan li malpera xwe ya fermî weşandiye. Li gor îlanê (bi zimanê tirkî)li pênç gundên Liceyê; Dolunay, Çavundur, Yalaza, Bağlan û Ortaç û li gundê Hezroyê yê bi navê Çitilibahçe derketina derve qedexe ye.
Li îlanê dema rakirina qedexeyê nehatiye îlankirin. Biryara qedexeyê bi Qanûna Îdareya Bajarî ya 5442yê hatiye dayin.
Amed |
(AS/MB)