Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê eşkere kir ku li 25 gundên girêdayî Pasûrê derketina derve qedexe ye.
Walîtîyê li malpera xwe ya fermî eşkere kir ku li gundên navborî operasyon dê bê kirin.
Îro ji siet 05.00ê pê ve derketina derve hat qedexekirin û nehatiye eşkerekirin ka qedexe dê heta kengê dom bike.
Bi navên bi zimanê Tirkî ku li malpera walîtîyê hatine nivîsîn ev in:
Yaylak , Ağıllı , Akdoruk , İslamköy , Dolun , Narlıca , Kaynakköy , Ağaçlı , Aşağı Elmalı , Çağlayan , Karpuzlu , Zeyrek , Güllük , Özbek , Kurudere , Karaağaç , Kamışlı , Çukurca , Demirli , Akbulak , Düzce , Temren , Güleç , Barın , û Taşköprü.(AS/MB)