Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya amedê li 21 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hênê, Farqînê û Licê derketina derve qedexe kiriye. Walîtîyê diyar kiriye operasyoneka leşkerî dê bê kirin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya li mapera walîtîyê cihên ku derketina derve lê qedexe ye ev in:
Gundên Liceyê(bi zimanê tirkî): Budak, Dallıca, Türeli, Tepe, Kabakaya, Kutlu û Oyuklu.
Gundên Hênê(bi zimanê tirkî): Çukurca, Akbulak, Demirli, Bayırköy, Düzce, Temren, Taşköprü, Güleç, İnkaya, Barın, Üçkuyu û İnan.
Gundên Farqînê(bi zimanê tirkî): Dolaplıdere û Dağcılar.
Walîtîya Amedê ji 16ê Tebaxa 2015ê heta niho 195 caran derketina derve qedexe kiriye. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê ji wê demê ve li ya kêm 11 bajar û 50 navçeyan ya kêm 332 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
(AS/MB)