Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê, bi hinceta ku wê operasyon çêbibe, derketina derve li du gund û pênc gundikên Liceyê qedexe kiriye.
Daxuyanî îro (26ê Kanûna Pêşiyê, Berfanbara 2018ê) li ser malpera fermî hatiye Walîtiya Amedê ve hatiye belavkirin. Li gorî vê daxuyaniyê biryar li gorî Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê hatiye standin.
Derketina derve duh saet 06.00ê dest pê kiriye û nehatiye diyarkirin ku wê kengî bi dawî bibe.
Cihên ku derketina derve lê hatiye qedexekirin ev in: Gundê Birlik û Şenlikê û gundikên Miaran Komu, Kılaraş Komu, Şakan, Ayaz, Akçapınarê.
Walîtiyê 23yê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) li heman gund û gundikan derketina derve bi heman hincetê qedexe kiribû. Biryara qedexeyê 24ê Kanûna Pêşiyê hatibû rakirin.
197 caran biryara qedexeyê li Amedê hatiye standin
Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) aşkere kiriye ku ji 16ê Tebaxa 2015ê heta 1ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê bi giştî li 11 bajaran û herî kêm li 50 navçeyan kêmanî 332 caran biryara qedexeya derketina derve hatiye standin. 16ê Tebaxa 2015ê weke dîroka destpêka biryarên qedexeyê ya bêdem e.
Beriya ku biryarên qedexeyê bên standin, li gorî hejmara 2014ê li deverên ku qedexe lê hatine ragihandin, herî kêm milyon û 809 hezar kes dijiyan.
Tevlî vê biryara dawî, li Amedê 197 caran biryara qedexeyê hatiye ragihandin. (HA/FD)