Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê da zanîn ku operasyonên li dijî PKKyê hatine dest pê kirin û ji ber wan operasyonan li 10 gundên Amedê derketina derve qedexe ye.
Li gor daxuyaniya walîtîyê li ciyayên Licê warên PKKyê hene û PKKyîyên pilebilind li wan deran in û operasyon dê li dijî wan be.
Qedexeya derketina derve dê ji siet 5ê ve dest pê bike.
Qedexe dê heta fermaneka dî dewam bike.
Gundên derketina derve lê hatî qedexekirin ev in: [bi zimanê Tirkî] Kayacık, Ortaç, Yalaza, Tepe, Arıklı, Serince, Çağdaş, Uçarı, Dibekköy ,Yolçatı. (YY/MB)