Walîtiya Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakiya bi navê Meşa Gemlîkê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatiye qedexekirin. Çalakî wê di 18ê Çiriya Paşiyê de pêk bihata.
Walîtiyê biryara qedexekirinê spartiye Xala 17an û ya 18an a Qanûna Civîn û Meşên Xwenîşandanê ya hejmara 2911an û Xala 11/A, B û Cyê ya Qanûna Rêvebiriya Bajaran a hejmara 5442yan.
Di daxuyaniyê de Walîtiyê diyar kir ku biryara qedexeyê bi tenê ji bo çalaki û bernameyên derbarê “Meşa Gemlîkê” de hatiye stendin.
Walîtiya Bûrsayê jî qedexe ragihand
Walîtîya Amedê di daxuyaniya xwe de cî da biryara qedexekirinê ya Walîtiya Bûrsayê ku ew jî derbarê Meşa Gemlîkê de ye.
Li gorî biryara Walîtiya Bûrsayê, di navbera 16.11.2023yan û 22.11.2023yan de ango 7 rojan, ketin û derketina navenda bajêr û navçeyan qedexe bûye. (BA/TY/FD)