Fotoğraf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Walîtiya Antalyayê têkildarî karkerên demsalî yên ku li gundê Bayralara Elmaliyê gef lê hatibû xwarin û rastî êrişê hatibûn daxuyanî daye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bûyer “wekî ku li medya civakî hatiye belavkirin, şerekî etnîkî nîne.”
Di daxûyaniya walîtiyê de weha hatiye gotin:
“Di saet 22:00ê 1ê Tebaxê de di navbera komeke 30 kesî ku li Kolana Bayralara navçeya Elmaliyê weke karkerên demsalî kar dikin û komeka ji 50 kesî pêk hatiye ku niştecihên kolanê ne gengeşî çêdibe. Di encama gengeşiyê de pêvçûnên piçûk rû dide. Piştî bûyerê ekîbên cendirmeyan yên navçeyê diçe cihê bûyerê û midaxele dike. Di hevdîtinên ku bi kesan re hatiye kirin de derdikeve holê ku gengeşî ji ber kolandina bîrê çê dibe û piştre pevçûnên piçûk rû dide. Ji bo k udi bûyerê de derp kirin çênebûye her du aliyan lihev kirine.”
Walîtiyê aşkere kiriye û gotiye ku karker “bi xwesteka xwe” ji Kolana Bayralarê derketine û çûne Kolana Kocapinarê. Derbarê bûyerê de Dozgeriya Komarî ya Nobedara Elmaliyê lêpirsîn daye destpêkirin.
Bixwîne-Li Antalyayê komek nijadperest êrişî malbatekê Kurd kiriye
Çi bûbû ?
Li Gundê Bayraklara navçeya Elmaliya Antalyayê komeke nijadperest ku ji 300 kesan pêk hatiye êrişî malbata Kûrga kiribûn. Malbata Kûrga karkerên demsalî bûne û piştî êrişa nijadperest 16 karker di bin kontrola cendirmeyan de ji gund derketibûn.
Servet Kûrga ku karkere bi Ajansa Mezopotamyayê re axivîbû û diyar kiribû ku 2 roj in nijadperest êrişî wan dikin û weha gotibû, “Duh di saet 00.00an de êrişî me kirin. Poz û parsûyên patronê me şikandin. Ji me re jî gotin, 'Hûn Kurd in, xaka me terk bikin. Îro jî hatin êrişî me kirin. Niha em di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tên derxistin. Me tu amûrek xwe jî negirt. Em diçin gel xizmên xwe yên li Elmaliyê.”
(NÇ/DŞ/AY)