Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Vîrûseka nayê naskirin a ku ji Çînê belav bûye, gihaye Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê(DYA). Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê vîrûsa Koronayê ye. Heta niho 6 kes ji ber vê vîrûsê mirine.
Hemwelatîyekê Amerîkayê li Washingtonê nexweş bûye. Bijîşkan tespît kiriye ku vîrûsa li Çînê belav bûyî ew nexweş kiriye.
Navê wî hemwelatîyî nehatiye eşkerekirin lê hatiye diyarkirin ku ew çûye sefereka Çînê.
Çi bûbû?
Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Li gor daxuyanîya şeva dî hatî weşandin jimara wan kesên li Çînê vîrûs ketiye laşê wan bûye 291 duhî ev jimar wek 200 hatibû eşkerekirin.
Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.
Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê (WHO) amadekarîyên xwe dike ku hemî dinyayê ji ber vê vîrûsê hişyar bike.
Li gor nûçeyeka BBCyê, zanyarên ji Qiralîya Yekbûyî gotine jimara wan kesên ev vîrûs li laşê wan belav bûye herî kêm 1.700 kes in.
Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine.
Bixwîne - Li Çînê herî kêm 139 kes bi vîrûseka nenas mirine
Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperiyalê ya li Londonê hatiye kirin. Saziyê hikûmeta qiralîyê hişyar kiriye.
Karmendên li balafirgehan kesên ji Singapur, Hong Kong, Wuhanê diçin Qiralîya Yekbûyî kontrol dikin.
Prof. Neil Fergusonî gotiye ew di fikarê de ye ku nexweşî zêdetir belav bûbe. Wî diyar kiriye:
“Ji Balafirgeha Wulanê 19 milyon kes diçin serefa hewayî. Her roj bi tenê 3 hezar û 400 ji wan diçin seferên navneteweyî..
“Lêkolîn nîşan didin ku çêdibe vîrûs li laşê 700 kesên belav bûbe.
(TP/MB)