Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor daxuyanîyeka Lijneya Saxlemîyê ya Neteweyî ya Çînê, li Çînê 170 kes bi Vîrûsa Koronaya Nû (2019-nCoV) mirine. Vîrûs ketiye laşê 7 hezar û 711 kesan.
Nexweşîya 1370 kesan lê giran bûye. 81 hezar û 947 kesan ji ber ku temasî kesên vîrûs di laşê wan de heyî kirine, di bin çavdêrîyê de dimînin.
Di 24 saetên dawiyê de ji bo 1737 kesan teşhîsa vîrûsê hatiye dayin, 38 kes mirine. Heta niho 124 kes ji nexweşxaneyê derketine.
Çi bûbû?
Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşiyê di roja dawiyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.
Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.
Rêxistina Dinyayê ya Saxlemîyê (WHO) daxuyandiye ku wan di analîzên xwe de xeletîyên berçav kirine. Koronaya nû ji bo dinyayê “metirsîyeka zêde” çêkiriye.
Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine.
Bixwîne - Li Çînê herî kêm 139 kes bi vîrûseka nenas mirine
Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperiyalê ya li Londonê hatiye kirin. Saziyê hikûmeta qiralîyê hişyar kiriye.
(TP/MB)
Li Çînê 17 kes bi 2019-nCoVê mirîne
Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çînê ji bo hilberîna berdevkan lijneyeka koordînasyona dema hewarê pêk aniye. ...
Vîrûsa nenas gihaye DYAyê: 6 kes bi wê vîrûsê mirine
Vîrûseka nayê naskirin a ku ji Çînê belav bûye, gihaye Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê(DYA). Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê ......