* Ev nûçe, li ser Platforma Ragihandinê ya Atolye BIAyê atolyebia.org-ê hatiye weşandin.
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Atolye BIAyê çar materyalên perwerdeyê yên li ser malpera xwe û di bin beşa “Odeya Perwerdeyê” de weşandine, niha jî weke rêze-vîdeo amade kiriye.
Atolye BIA yek ji projeyên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê ye û bi armanca ku nûçegîhaniya mafparêz berbelav bibe ji bo rojnamegeran, rojnamegerên bêkar mane, xwendekarên fakulteyên ragihandinê, her kesên ku dixwazin rojnamegeriyê bikin atolyeyan pêk tîne.
Di bin beşa “Odeya Perwerdeyê” ya malpera Atolye BIAyê de çar mijarên perwerdeyê yên di bin navê Rojnamegeriya Mafparêz, Foto-Rojnamegerî, Rojnamegeriya LGBTI+parêz û Azadiya Xweîfadekirinê de hatibûn weşandin, weke vîdeoyên bianîmasyon hatin amadekirin û li ser malperê hatin bicihkirin.
Di vîdeoya perwerdeya Rojnamegeriya Mafparêz de rojnameger Nazan Ozcan, di ya Foto-Rojnamegeriyê de wênekeş-nivîskar Ozcan Yûrdalan, di ya Rojnamegeriya Mafparêz de edîtora KaosGLyê Yildiz Tar û di ya Azadiya Xweîfadekerinê de jî Raportorê Çavdêriya li Medyayê-Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamegerên Sînornenas Erol Onderoglû dersan didin.
Vîdeo bi piştevaniya Projeya Piştgiriya Mafan a Yekîtiya Ewropayê wê fînanse dike û Ajansa Hevkariyê û Geşepêdanî ya Navnetewî ya Swêdê (SIDA) bi sê zimanan (Tirkî, Kurdî û Ingilîzî) hate amadekirin û li ser malpera atolyebia.org-ê vehate weşandin.
Li platforma Atolye BIAyê çi hene?
Di beşa Odeya Nûçeyan de, nûçeyên ku beşdar û derçûyên Atolye BIAyê amade kirine, hene. Ji bo rojnamegeriya mafparêz belav bibe bi beşdariya rojnamegeran, rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên fakulteyên ragihandinê û kesên dixwazin rojnamegeriyê bikin kargeh tên lidarxistin. Beşdarên van kargehan bi rojnamegerên xwedan tecrube re dixebitin û nûçeyan amade dikin. Ew nûçe di vî beşî de tên weşandin. Derçûyên Atolyeyê, piştî perwerdeyan bi berdewamî nûçeyan ji bo malpera atolyebia.org-ê çêdikin.
Di Beşa Odeya Perwerdeyê de, zanyariyên piştî atolyeyên ku Atolye BIAyê ji bo rojnamegeriya mafparêz belav bike li dar xistine derketine holê, çavkaniyên rojnamegeriyê yên nû û mateyalên rojnamegeriyê yên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê amade kirine hene.
Di beşa Odeya Atolyeyê de jî zanyarî derbarê beşdar, dersdar û ekîba Atolye BIAyê de hene.
Derbarê Atolye BIAyê de
Atolye BIA yek ji projeyên Weqfa Ragihandinyê ya IPSyê/bianetê ye. Ji bo rojnamegeriya mafparêz belav bike bi beşdariya rojnamegeran, rojnamegerên bêkar hatine hiştin, xwendekarên fakulteyên ragihandinê û kesên dixwazin rojnamegeriyê bikin re, kargehan pêk tîne.
Atolye BIA hewl dide ku giraniyê bide daxwazên nivîsandina nûçeyên mafparêz ên beşdaran, parvekirinên tecrûbeyên wan bi edîtorên bianetê re hêsan bike, derfetên stajê ji bo wan zêde bike, wan û rojnamegerên ji kar hatine derxistin û akademîsyenan careke din bîne ba hev û bi vî rengî rojnamegeriya mafparêz biparêze û pêş bixe.
Di Atolye BIA de mirov dikarin bi xwe bi xwe hîn bibin. Ew li ser bingeha mafparêziyê ava bûye, derfetan dide ku naverokeke pirdîsîplînî amade bike. Her weha li gorî daxwaz û pêwîstiya beşdaran, program û naveroka perwerdeyan saz dike. Programên Atolye BIAyê ji du beşan pêk tên: yek bingehîn e ya din jî tematîk e. Dîsa modulên perwerdeyê yên demkurt û yên dirêjtir çêdike û piştgiriya supervîzyoniyê jî dide.
Bi projeya Atolye BIAyê re, dersên rojnamegeriya mafparêz, bingeha rojnamegeriyê, rojnamegeriya jinparêz, zarokparêz û bernameyên “Ji Dibistanan ber bi Odeya Nûçeyan ve” yên di navbera 2008-2017ê dihatin li dar xistin êdî di tevahiya salê de pêk tên û ji bo herkesî re vekiriye.
Ger ku tu dixwazî beşdarî atolyeyên Atolye BIAyê bibî, bibî perçeyek ji platformê û peywendiyê bi me re deynî, bitikîne
(SO/NÖ/FD)