Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Du vîdeoyê ku derbarê helbestvan Îlhan Çomakî de hatiye amadekirin li Venedîkê wê di Festîvala Hûnerê ya Bordersê de bên pêşandan.
Herdu vîdeoyên ku di beşa"Fragmented İdentities"ê ya festîvalê de cîh digirin, ji alîyê 'Açık Şiir'ê de hatiye amadekirin.
Li gor nûçeya Sûsmayê herdu kurte vîdeoyên bi navê "The Anatomy of Freedom" (Anatomiya Azadiyê) û "Not Home Yet?" (Tu Hê Negîhîştiye Mal?) di beşa Fragmented İdentitiesa festîvalê de di bin ser nava "Video Art/Installation"ê de wê cîh bigirin. Festîvala ku Lûca Cûrciyê berpirsiyariya wê girtiye dê bi sê beşan cûda sê mehan bidome.
Vîdeoyê ku Erkan Karakîraz pevxistiye û birêve dibe ku tê de qala Îlhan Samî Çomak û Erkût Tokman dike, di navbera 3ê Îlonê û 2ê Çiriya Pêşiyê de heta mehekê wê bê pêşandan.
Derbarê Îlhan Samî Çomakî de
Dadgeha Bilind Cezayê Îlhan Çomakî di cara duyemîn de jî erê kir ku sala 1994ê dema li Fakulteya Fen-Edebiyatê ya Zanîngeha Îstanbûlê xwendekar bû bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.
Îlhan Çomak di sala 2000î de ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve rastî cezayê darvekirinê hatibû û dadgehê ceza veguhestibû cezayê heta heta yê girtîgehê. Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind, Çomakî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû û dadgehê biryar girtibû ku Çomak "bi rengekî adilane nehatiye dadgehkirin". Çomak sala 2013ê careke din hatibû dadgehkirin lê dadgehê heman ceza lê birî bû.
Ji ber ku dema desteserkirinê de di bin îşkenceyê de zabitnameyên derbarê wî de hatibûn nivîsandin DMMEyê biryar girtibû ku careke din bê dadgehkirin. Duyemîn car dadgehkirina Çomakî di sala 2013yê de dest pê kiribû û hemû daxwazên ku di dema dadgehkirinê de biryara tehliyeyê derkeve nehatibûn qebûlkirin. Dadgeha Destûrê jî di 28ê Cotmehê ya 2015ê de biryara tehliyeya Çomakî ret kiribû.
Biryara cezayê heta hetayê ya 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo Îlhan Çomakî dabû îro ji hêla 16emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
Çomak sala 1973yê li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê ji dayik bûye û 4 pirtûkên wî yên helbestan hene.(AÖ/AY/)