Veysî Aktaş li Girtîgeha Îmraliyê tehliye bû
Veysî Aktaş 10 sal bû ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû. Aktaş piştî 31 salan serbest bû.
Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê dihat ragirtin, piştî 31 sal û 3 mehan tehliye bû. Di 28ê Nîsana 2024an de weke qanûnî înfaza cezayê wî yê 30 salan temam bû. Lêbelê bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya Aktaş ji bo salekê hate taloqkirin.
Li gorî nûçeya ji Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yûrtseverê piştî salekê, berdana Aktaş ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Aktaş ê ku berdana wî salek û 3 mehan hate taloqkirin, 25ê Tîrmehê ji Girtîgeha Îmraliyê tehliye bû.
Di 2015an de şandin Îmraliyê
Veysî Aktaş, di sala 2015an de ji bo erka “Sekreteryayê” li gel Mehmet Saît Yildirim, Omer Hayrî Konar, Çetîn Arkaş, Narullah Kuran sewqî Girtîgeha Îmraliyê bûbû. Aktaş, ji sala 2015’an heta niha li Girtîgeha Îmraliyê dihate ragirtin.
(Mİ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.