bia/kurdî Eylül-Ekim ayı stajeri. Gaziantep Üniversitesi Gazetecilik Bölümü mezunu.
Veganên Kurdistanê, dixwazin jiyana vegan û vejeteryan bi civakê bidin nasîn. Dema danasîna fikra vegan û vejeteryanê de jî zimanê kurdî bikar tînin. Endamên komê Firad Daşdelen û Esra Perçinê pirsên Bîanetê bersivandin.
Firad Daşdelen: “Li gorî fikra veganîzmê ajal jî wekî mirovan in”
Wek Veganên Kurdistanê hûn dikarin xwe çawa bidin nasîn? Fikir û armanca we çiye?
Em komek ciwanên Kurd in. Di nav me de vegan jî hene, vejetaryen jî. Lê ji ber ku em hemû hewl didin xwarin û bikaranîna ajalan a di her qadê de biqede me navê xwe wekî Veganên Kurdistanê diyar kiriye. Ji bo niha em tenê wekî komekê dikarin xwe binav bikin lê di dahatûyê de heke derfet hebe, dibe ku em bibin komele an jî sazî. Lê em her çi bin jî rastiyek heye; di derbarê jiyanê de fikrek, felsefeyeke me heye, em ê wê bidin nasîn.
Herwiha berî her tiştî dema me xwest em vê hereketê bikin, me ji dilê xwe pirsî û me xwest bi zimanê dayikê ev kar bê kirin. Armanca me ew e ku, em danasîneke rasteqîn a vegan û vejetaryeniyê bi civatê re parve bikin.
Vegantî yan jî Veganîzm çi ye, hûn dikarin gelemperî û kurtasî bi me bidin nasîn?
Vegantî ango Veganîzm bi awayekî kurt, cureyeke jiyînê ye. Cureyekî civakî ye jî. Kesên vegan, -bawer im wê bibe bersiveke stabîl- ti tiştên ji ajalan çêbûne (mast, penêr, hingiv, şîr, hêk û hwd.) naxwin an jî kincên ji ajalan hatine çêkirin li xwe nakin. Kozmetîkek dema hatibe çêkirin, kêm an zêde heke ajal hatibe bikaranîn wê bikar nayînin. Ji xeynî van mînakan bi kurtasî em dikarin bêjin heke tiştek ji ajalan hatibe çêkirin an jî di çêkirinê/bidestxistinê de ajal hatibin bikaranîn vegan wî tiştî bikar nayînin.
Li gorî fikra veganîzmê ajal jî wekî mirovan in. Çawa ku mafê kesî tuneye di dewsa zarokekî ji pêsîra dayikekê şîr vexwe mafê kesî tune dewsa golikekê şîr bimije û jê sûd wergire. Ev dibe zilm, dibe kedxwarin.
Cudahiya vegan û vejeteryanê çi ye?
Heke em li gorî ferhengê pênase bikin; vejetaryen goşt naxwin. Vegan goşt jî naxwin, ji xeynî wî ti tiştên ku ji alajan hatine çêkirin jî naxwin û bikar nayînin. Lê hinek vejetaryen hene tenê goştê masiyan dixwin. Ji wan wekî pênase, Vejetaryenên Pesketaryen tê gotin.
“Vegantî awayekî etîk a jiyanê ye”
Vegantî tenê awayekî xwarin û vexwarinê ye yan awayek jiyînê ye? Mirovek divê ji bo çi bibe vegan?
Na, vegantî awayekî etîk a jiyanê ye. Dibe ku hin kesan veganîzm wekî diyetekê nas kiribin. Lê vegantî gelekî berfirehtir e. Xeynî xwarinê vegan, ne razî ne ku ajal werin bikaranîn. Vegan ne razîne ku mirov ajalan di karê xwe de bikar bînin, çi cot be, çi siwarbûn be yan jî tiştekî din be. Kesên vegan li dijî rûnê palmê ne jî. Ji ber ku dema destxistina wî rûnî de meymûn tên bikaranîn, gelekên meymûnan jî di vî karî de dimirin.
"Tenê ji bo ku em rûn bidest bixin ango ji ber berjewendiyên xwe em ajalan bikar tînin. Wîjdana we qebûl dike? A me qebûl nake. Wek mînak, di gel ku karkar bixwe qebûl dikin ku herin di karên dijwar de bixebitin lê ji ber ku şertên wan ên kar dijwar in em berê dikevin, li dijî vê derdikevin û qebûl nakin. Lê em çima ji bo ajalan heman yekê nakin? Qet ji wan nehatiye pirsîn ka dixwazin ji bo me bixebitin an na? Kîjan meymûn dixwaze ji me re rûnê palmê berhev bike? Kîjan çêlek dixwaze ji me re xwe bike fabrîqeyeke şîr? Kîjan ker an jî hesp dixwaze bibe erebeya me? Hema herin bipirsin. Ji ber van sedemên ku me rêzkir û gelekên din divê em wek vegan bijîn.
Esra Perçin: “Ez jî li Kurdistanê dijîm û carinan nizanim veganiyê çawa bidim nasîn”
Jiyaneke vegan pêkan e? Hêsanî û dijwariyên jiyaneke wisa çi ne?
Ji ber ku em di cîhaneke ne vegan de dijîn ne pêkan e. Dema pênasekirina veganiyê de jî behsa jiyanek bê nakokî tê kirin û ev tê gotin “di aliyê kinc/cil, xwarin/vexwarin û di qadên din de bi asta herî bilind xwe jê parastin e.”
Dermanên ziraî ku ji bo kuştina ajalan pêk tînin, sektorên dermanan yan jî danûstandina firoşgehên ku hinek reyonan xwarin û vexwarina veganan tê firotin lê hinek reyonên din laşên ajalan tên firotin. Ji ber ew tiştên ku min gotî ne pêkan e ku meriv xwe jê biparêze ji ber wê em dibêjin "qasî te xwe parastî, biparêze"
Bêyî van tiştan zehmetiya veganiyê, nêrîna civakê ye. Ez jî li Kurdistanê dijîm û carinan nizanim veganiyê çawa bidim nasîn. Bi taybetî jî kal û pîrên me pir wateyê nadine veganiyê. "Bê goşt jiyan dibe?" "Ku em goşt nexwin em ê çi bixwin?" "Ji bo xatirê min bixwe." gotinên wisa pir tên gotin.
Em wisa qala veganiyê dikin; veganî ne ku ji goşt xwarinê hez nekirin e an jî ne nexweşîyek e. Wek berxwadayineke azadiyê ye. Em qala azadiya ajalan dikin. Em wisa ku qalê dikin ew jî zêdetir bi wate dikin û nêzîkatiya wan baştir dibe. Bêyî van tiştan carinan bi zanebûn mehsûlên ajalan dikin nav xwarinê û dibêjin belkî em pê nehisin. Zehmetiyên wê em dikarin wisa bibêjin.
Ji aliyekî ve jî em bi şans in, ku civaka me polîtîk e. Û em jî di vî alî de nêzîkî hev dibin.
Heta roja îro di nav kurdan de rêxistinbûna Veganîzmê hebû yan na? Yan hûn yekem rêxistin in?
Em yekem rêxistin nîn in. Cara yekem Kurdistan Vegans Organization (KVO) hatiye damezirandin. KVO 2018an de li Hawlêrê hatiyê damezrandin û damezrênerê wê jî Zanko Bexşî ye.
“Tiştê ku kurd bê wê nikare bijî tenê ziman û azadî ye”
Hûn ji Kurdan reaksiyonên çawa dibinin?
Bi rastî bersivên bi her awayî hatin. Hinek gelek kêfxweş bûn û di nav wan da kurdên vegan an vejetaryen jî hebûn. Wan em wekî malekê dîtin, ji ber ku êdî cîhekî nû heye ku ew jî dikarin xwe îfade bikin, gotina xwe bêjin. Lê ji aliyekî ve jî bersivên nexweş jî hatin. Hinekan got "Em nikarin bê goşt bijîn, vêca em çawa bikarin şîr û mast ji jiyana xwe derxin?" Ji me re gotin hûn populîst in an jî hûn ne kurd in. Rexne jî hatin lê hin kesan em lînç jî kirin. Dîsa jî me nehişt şîroveyên xerab me têk bibin, me xwe hêrs nekir û me rê neda kesên lînç dikin bigihîjin armancekê. Me bala xwe da ser kesên ku piştgirî dane me û me moralê xwe xera nekir.
Piştî reaksiyonan dilê me heye em bêtir çalak bin. Ji bo kesên ji me aciz bûne jî peyameke me heye; mixabin bi saya we dê dengê me bilindtir derkeve, em ê geştir bixebitin. Û em dibêjin em ê klîşeyên cur bi cur hilweşînin. Wekî ku me berê jî gotibû; tiştê ku kurd bê wê nikare bijî tenê ziman û azadî ye. Yên din tenê tiştên ku em elimînê ne. Ez bawer im em ê elimandinên xwe jî roj bi roj biguherînin.
Kurd ji hêla serdestan ve gelek aliyan de tên paşdesxistin û perçiqandin. Lazim e kurd hemberê fikrên cihêreng xweşbîn bin. Gelo qasî ku we xwe daye naskirin, kurd li hemberê we xweşbîn in an wek serdestan tevdigerin?
Em jî wisa difikirîn, dema me dest bi xebatên xwe kir, me digot dê li hemberî me xweşbîn bin. Jixwe dema me ragihand ku va em dest pê dikin jî me behsa vê yekê kiribû. Lê mixabin digel ku gelek kesan piştgirî da me, kêfa wan hat ku Veganên Kurdistanê ava bûye kesên êrîş jî kirin hebûn. Rexne ser çavan lê êrîş, heqaret û nifirên li dijî zayendê jî hatin kirin. Wek ku me bi zorê nanê wan ji ber wan standibe. Heqeten êrîşeke wisa tund mirov li dijminên xwe ancax bike. Em jî kurd in, Kurdistanî ne. Fikreke me heye, em ê behsa wê bikin. Em wisa bawer dikin ku em fikra veganîzmê bi zimanekî zelal û şêrîn bidin nasîn dê gelek bandorê li ser kurdan bike. Lê beriya her tiştî divê em guh bidin hev, wek hev nefikrin jî qadê ji hev re vekin û bihêlin her kes fikrê xwe ji hev re bêje. Divê tehemula me ji hev re hebe.
Heta niha we çi xebat kirine û hûn ê di pêşerojê de çi xebatan bikin?
Jixwe em gelekî nû ne, ji xeynî vîdeoya ku me parve kir û gelek balê kişand me hîn tiştekî din parve nekiriye lê me tiştine xweş plan kiriye. Em dixwazin bi bernameya xwarinê pênase û tarîfên xwarinên vegan parve bikin. Dê ji bo kesên dibêjin hemû xwarinên Kurdan bi goşt çêdibin jî bibe bersiv û çavkaniyek. Herwiha em ê ji bo kesên ji ber tendûristiyê newêrin bibin vegan jî bernameyeke tendûristiyê amade bikin. Ji xeynî vê em ê bernameyeke din jî amde bikin û di vê bernameyê de dê di her beşekê de vegan an jî vejetaryanekê kurd bibe mêvan û qala xwe û jiyana xwe bike. Dê ev jî rê nîşanî wan kesên dixwazin bibin vegan bide.