Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 4 jê xwemalî 7 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Fîlmê "Zilam" yê ku derhênerê wê Alex Garland û lîstikvanên wê jî Jessie Buckley, Rory Kinnear, Gayle Rankin û Paapa Essiedu ne yek ji van fîlman e.
Harperê ji ber trawmayekê tiştên nebaş hatine serê wî, ji bo ji bandora van derkeve li bajarokeke Îngiltereyê malekê kirê dike, lê tiştên xirabtir tên serê wî.
"Maddeya Tarî"
Derhênerê fîlmê Îman Tahsîn, lîstikvanên wê jî Ahmet Yildirim, Nîhan Aşici, Orkun Olgar, Ahmet Pinar û Dîlek Serbest in.
Di fîlmê da komeke ji macerayan hez dikin, li Aladaxê derdikevin rêwîtiyê. Di vê rêwîtiyê de maddeya tarî ya ku raza wê nayê zanîn dibînin.
"Me Pê Girt"
Lîstîkvanên fîlmê Ersîn Korkut, Murat Akkoyunlu, Îrfan Kangi, Orçun Kaptan û Ugur Serhan in û cureya wê jî komedî ye.
Onur Aldogan derhênerê fîlmê ye ku fîlm behsa serpêhatiyên sê mêrên di heman malê da dijîn dike.
"Rêwîtî Dewam Dike"
Derhênerê fîlm Panah Panahî ye.
Fîlm behsa çîrokeke rêwîtiyê dike.
Lîstîkvanên fîlmê Hassan Madjooni, Pantea Panahiha, Rayan Sarlak û Amîn Sîmî ne.
"Yakarî"
Derhênerên fîlmê Toby Genkel û Xavîer Giacomettî ne, cureya wê jî anîmasyon e.
Di fîlmê da behsa serpêhatiyên zarokekî biçûk ê derdikeve rê tê kirin.
Fîlmên xwemalî yên cureya wan tirs e
Fîlmê bi navê "Seansa Safîbûnê" ya ku Tugba Duygu, Ayce Îşozen, Demet Erdem û Cîhangîr Şeşen lîstikvan in û fîlma "Semur 3: Qiyameta Cin" a ku derhênerê wê Burak Çelîk e wê bên nîşandan. (FD)